Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zara Misto: Piraniya Xelkê Kobaniyê Hîn Venegeriyaye


Desthilatadên Tirkiyê pîvanên parastinê li ser sînorê xwe bi bajarê Kobaniyê re dijwartir dikin ji bo nehêştina derbasbûna ne rewa ya xelkê bo Tirkiyê.

Sernivîserê malpera welatî li Kobaniyê rêzdar Zara Misto ev yek dupat kir, rewşa niha ya li ser sînor şîrove kir û got:

“Berê xelk bi hêsanî bi riya qaçaxçiyan derbas dibûn, lê di van demên dawî de ew êdî nikarin derbas bin. Ta niha bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Ew dikarin ji aliyê Tirkiyê derbasî kobaniyê bin lê nikarin vegerin Tirkiyê .“

Misto her wiha ragihand ku derdora 185 hezar kes ji Tirkiyê derbasî Kobaniyê bûn lê ji wan bêhtirî 100 hezar kes careke din vegeriyan Tirkiyê ku pir ji wan bi mebesta çûyîna Ewrupa derbas bûn.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:35 0:00

XS
SM
MD
LG