Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Daxwaza Vekişandina Hêzên Tirkiyê ji Mûsil Dike


Mosul, Iraq
Mosul, Iraq

Îroj şemiyê Îraqê ji Tirkiyê daxwaza vekişandina bilez ya hêzên wê kir ji herêmeke nêzîkî Mûsil û got hebûna wan li wir zêdegaviyeke rijdî ye li ser serweriya Îraqê.

Daxuyaniya nivîsîngeha serokwezîrê Îraqê dupat kir ku hêzek û jimarek tank û top derbasî navçeyên Îraqê bûn bêyî erêkirina wê.

Berpirsên Tirkiyê dibêjin hêzên wan li herêma Başîqa ya Mûsil bûn ji bo rahênanên rotînî.

Wan hêzan derdora 30 km sînor derbaskirin li Mûsil a di bin destê Daiş de.

Medya Tirkî ragihand ku belavbûna wan hêzan li wir ew di çarçoweya guhertina hêzên berê li wir heyî de ye bi hêzên taybet yên nû ku rahênanê li wir dikin ji bo şerê dijî Daiş li navçeyê.

Berpirsên Amerîka ev liv derengî roja Înê erêkirin û gotin ketîbeyeka Tirkî li aliyê Îraqê cih girt.

Amerîka dibêje belavbûna wan hêzan ew ne di çarçoweya hewlên koalisyona dijî gurûpa terorîst a Daiş de ye belê ew parek bû hevrêziyeka di navbera Tirkiyê û Îraqê de bû.

XS
SM
MD
LG