Serokê herêma Kurdistana Îraqê rêzdar Mesûd Barzanî îroi çarşemê bo serdanekê gihîşte Turkiyê ji bo lidarxistina hin kombûnan li gel berpirsên Tirkiyê û guftûgokirina hin babetên girêdayî rojevê.
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê rêzdar Mistefa Ozçelik di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê serdanê û got:
“Em dizanin rêzdar Barzanî di piroseya aştiyê de li Tirkiyê berê rolek hebû, em hêvîdarin ku ew di vê serdanê de jî roleke rijdî di rawestana şer li navbera Tirkiyê û PKK de bilîze.“
Ozçelik bawere serxwebûna herêma Kurdistanê yek ji wan babetan be ku renge Barzanî li Tirkiyê guftûgo bike.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke