Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê Partiyên Kurdan HDP û DBP Civîneke Çapameniyê Lidardixin.


HDP Conference
HDP Conference

Di civînê de Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş, Hevseokên KCDê Hatip Dicle, Selma İrmak, parlamenenterê HDPê yê Izmir Ertugrum Kurkçu û Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek axivîn.

Di destpêkê de hevserokê KCDê Hatip Dicle û Selma İrmak axivîn.

Hatip Dicle got dewlet neha li herêmê şerek bê ehlaq û bê hiqûq dide meşandin. Derdê wan ne xendek in derde wan tasfiye kirina vîna gelê Kurd e. Erdogan û AKPê neha li Tirikyê derbeyek kirine û parlamentoyê ji derve hîştine.

Selma İrmak jî got jibo jibo ku êdî xwîn nerije û jibo çareseriyê bi awayek lezgîn û awarte hefteyek şûnda li Amedê wê kombûnek taybet lidar bixin û li wir li ser statuya Kurdan nîqaş bikin.

Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek jî got medya Tirkiye û hikûmet dixwaze vê mesele di çarçova xendekan de dinêre û bi vê gotinê dixwazin berxedana Kurdan bêqîmet bikin. Wî got ev ne pirsgirêka xenekan e ev pirsgirêka Kurdan e ku bi sedan salan e hema her carê bi darê zorê tepisandine.

Parlamenter Ertugrul Kurkçu jî got AKP neha dixwaze bi reya leşkerî pirsa Kurd çareser bike. Ev rêyek xelet e û ev şêwe dawaiya gelek hikumetan anî. Wî bang li gelê Tirk jî kir da ku li hember zilma li ser gelê Kurd tê kirin kirin rabin. Got “Ger îro hun dengê xwe nekin wê dor were ser we jî.”

Hevsrokê HDPê Selahattin Demirtaş jî got "Diranê Erdogan di kurdan de diçe. Li ber Rusya û İraqê xwe tepisand lê neha di serê kurdan de mêrantî dike. Jibo çend PKK’iyan serfermandar û generalÊn artêşê dişine Cizîrê. Ev ne acizîye çiye. Li ciyê ku hun operasyonê dikin xof nîne coş heye."

Demirtaş bang kir ku gel li hember operayonan çalakiyan lidar bixin dest bi protestoyan bikin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

Raport bi Deng 12_19_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:41 0:00
XS
SM
MD
LG