Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Qedexe û Operasyon li Pênc Navçeyên Kurdan Berdewam in.


Li navçeya Sûra Amedê qedexe di roja 16’an de ye. Ev roj di pevçûnan de leşkerek jiyana xwe jidest da li sûrê. Li navçeya Kerborana Mêrîdînê qedexe di roja 8’an de ye û du sivîl li wir hatin kuştin. Herwiha li navçeya Nisêbînê jî qedexe di roja 6’an de ye û penaberek Rojavayî ji ber pevçûna jiyana xwe jidest da.

Navçeyên Şirnexê Cizîr û Silopê jî di roja 6’an de ye. Li Cizîrê du kes, li Silopê jê xoretk hat kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku Serfermandarê Artêşa Tirkiye Hulusi Akar di çarçova operayona li hmber PKK li Cizîr û Silopê ev roja hat Şirnexê.

Serfermandariya Artêşa Tirkiyê doh ragihand kul i Silopê û Cizîrê di operayonê de 68 endam3en PKKê hatine kuştin, heft endam sax hatine girtin, 22 hêzên ewlekariyê û 3 sivîl jî birîndar bûn.

Serokweizrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu got operayona Silopê û Cizîrê heta encamek baş bdest nekeve wê bidome. Heta xendek û barikatan ranekin wê hêzên me li wir bin.

Ew nikarin çalakiyên terorî îrada dewleta Tirkiye bidest bixin.

Ji desteya rêvebir ê KCKê Murat Karayilan doh di Ajansa nûçeyan a Firatê (ANF) de got gel xendekan jibo parastina xwe kolan. Dewleta Tirk li kurdan zilmê dike. Ew jî jibo nekevin destê polêsan xwe bi xendekan diparêzin.

Karayilan got di neha dîmeneke şerê navxwe heye neha û jibo artêş û hikûmetê got ger hun weha dewam bikin gerîla wê bi canfedayî bikeve nav vî şerî. Wê deme wê hemî peywendiyê nav deweleta Tirk û gelê Kurd qut bibe.

Parlamenetrê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji Cizîrê, parlamentar Aycan irmaz jî ji Silopê rewşa dawî ragihandin jibo dengê Amerîka.

Herwiha di raportê de rûniştvanê Taxa Yafesê Cemal jî behsa rewşa xwe dike, dibêje nêzî 20 kes di bodroma malê de jiber êrîşên bi tanq û topan. Herwiha dide zanîn Hediye Şen a 30 salî ku sê roj berê ji aliye sekvnan hat kuştin cîrana wan bû.

ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:25 0:00

XS
SM
MD
LG