Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebdella Îmam: Êrîşên Rûsya li Sûriyê Berdewamiya Êrîşên Rêjîmê Ne


Ebdella Îmam
Ebdella Îmam

Rêxistina Amnesty International îro Çarşemê di raporteke xwe ya nû de rexneyên xwe li Rûsya dubare kirin û got êrîşên wê yên esmanî bi kêmanî 200 kes li parêzgehên Hums, Îdlib û Helebê kuştin.

Amnesty got êrîşan li malan û nexweşxaneyan dan ku çi çekdar li derdora wan nebûn, li gor lêkolînên wê.

Parêzerê Kurdê Sûrî Ebdella Îmam di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:

“Ji dema Rûsya bi hêzên xwe yên leşkerî derbasî Sûriyê bûyî ve, êrîşên wan û bumbebarana wan berdewamiya êrîşên rêjîma Esed in û ew xelkê sivîl ji bo xwe dike armanc. “

Li dor hewlên navnetewî yên destpêkirina piroseyeke aştiyê li Sûriyê û biryara Neteweyên Yekgirtî di vê derbarê de Îmam ragihand ku ew di rewşeke wiha şer û kuştinê de bi sernakevin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Ebdella Îmam SW 12_23_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:57 0:00

XS
SM
MD
LG