Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongereya Awarte ya KCDê li Amedê Destpêkir


26.12.15 Amed / Kongreya Civaka Demokratik KCK hefteyek berê bi daxuyaniyek ragihand ku li ser mijara xweseriyê wê kongreya awarte lidar bixin. Konger roja şemiyê destpêkir û li ser statuya Kurdan bi nîqaşan wê du roj dewam bike.

Hawê ku tê zanîn neha li 4 navçeyan qedexa derketina kolanan dewa dike û heta neha li Sur, Cizîr, Silopê bi dehan sivîl jiyana xwe ji destdan. Gotarên rêberên partiyên siyasî li ser rewşa herêmê bû.

Hevseroka KCDê Selma İrmak " Em ji müzakereye re amade ne lê ger ew nebe rêyên dîtir jî li pêiya me hene.”

Xanima İrmak kuştinên sivilan li navçeyên qedexe bibîr xist û got zarokên 6 mehî tevî kale xwe yê 70 salî tên kuştin. lihember derketina van kiryaran mafê Kurdan e.

Em cara dawî destê xwe dirêj dikin. Ev sedsala Kurdan e. Em dixwazin biryara xwe bidin. Ger li dawiyê Kurdek jî bimîne wê dest ji xweseriya xwe bernede."

Hevserokê KCDê Hatip Dicle jî behsa serboriya Kurdan kir û got yên kul i çiayayan wunda kirin wê li bajaran jî wunda bikin. Jiber ku gelê Kurd mazlum e û mafdar e.

Ev roj ili rojhilata navî şerê cihana sêyemin heye. Kurd dixwazin bi sistema xweserî li ser erde xwe azad bijîn. Jibo ku nekevin nav felaktek, divê dewlet bi aqil hereket bike û bo çareseriyê tevbigere. Ger gav nevêjin qê dereng bimînin. Sistema xweserî çareseriya hemî pirsgirêkên Turkiyê ye.

Hevseroka HDK Sebahat Tuncel jî got ev roj emê telkîfek li gelê Tirkiyê bikin. Jibo ku welat ji kasoê xelas bikn divê çaerseriyek bînin pêş gelê Kurd û Kurdistanê. Kurd ne tene jibo mafê jiyanê jibo mafê rûmetê jî şer dikin.

Ger tunebûnê li ser Kurdan ferz bikin wê şer bikin heta dawî. Divê gelê Tirk jî jibo aşitiyê û azadiyê tekoşinê bike. Nexwe wê faşizme li ser wan ferz bikin.

Hevserokê DBP Kamuran Yuksek jî got Mesele li ku asê bûye divê çareseriyê li wir bigerin. Jiber ku dema ku komara Tirkiyê ava bû dewleteka yek netew hat qebûl kirin. Divê ev sistema bê guhertin. Divê hemî gel dikaribin xwe birêve bibin. Divê peymaneke civakî ya nû were çêkirin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

Raport bi Deng KHF 12_26_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:36 0:00

XS
SM
MD
LG