Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Idrîs Nassan Girîngiya Rizgarkirina Bendava Tişrîn Şîrove Dike


Idrîs Nassan
Idrîs Nassan

Doh hêzên Sûriya Demuqrat bi awakî fermî rizgarkirina bendava Tişrîn ragihandin û îroj yekşemê jî gundê Tişrîn ji çekdarên Daiş hat rizgarkirin. Ev pêşketin Li gor hin çavdêran dê rê veke li pêş serkeftinên berfereh tir ji bo Hêzên Sûrya Demuqrat.

Çalakvan û Siyasetmedar Idrîs Nassan di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka girîngiya bevdava Tişrîn şîrove kir û got:

“Girîngiya Bendavê ji alîkî ve ewe ku eliktrîka kantona Kobaniyê hemî dabîn dike û ji alîkî din ve jî ewe ku rê li ser Daiş qut dike.“

Nassan ku Cîgirê serokê desteya derve ya Kantona Kobaniyê bû, bal kişand ser pilana derxistina çekdarên Daiş ji Dîmeşqa paytext û got ewê biçin Reqqayê da şerê hêzên Sûriya Demuqrat bikin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Idris Nassan SW 12_27_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:30 0:00

XS
SM
MD
LG