Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Daxwazên Kurdan bi Îxanet Binav Dike


Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, roja Sêşemê 29î meha kanûnan pêşîn li bajarê Stenbul, berîya serdana Erebiya Saudî bike, axiftinek kir. Di axiftina xwe de Erdogan got ew daxweyaniyên di vê heftiyê de, yên hevserokê HDP Selahettin Demirtaş kirîn weke îxaneta li hember Tirkiyê dibînin û got Demirtaş û HDP dixwazin dewletekê li başûrê rojhilat bidin avakirin, lê makezagona Tirkiyê destûrê nade van daxwazan.

Erdogan herwiha di axfitina xwe de êrîş birin ser Demirtaş û partiya HDP û da zanîn ku, xelkê Tirkiyê û Yasaya Tirkiyê dê wanek baş bide wan û vê yekê ti têkilîyên xwe bi demokrasiyê re nîn in, weke Erdogan di axiftina xwe de anî ziman.

Wek tê zanîn doh KCD Kongira xwe ya awarte li bajarê Diyarbekir(Amedê) bidawîkir, di Kongrê de KCDê daxwaza xweserîya demokratîk kirine û di deklerasyona Kongirê de hatiye ku, kurdan li Tirkiy di 14 xalan de çareseriya pirsa xwe anîye ziman.

Doh Dûşemê 28ê mehê serdozgerê giştî yê Enqerê daxwaza lêpirsînê li 6 kesan daye vekirin, yek ji wan hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş e.

XS
SM
MD
LG