Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Qedexeya li ser Cizîr û Silopê di Roja 19an de ye


02.01.16 Qedexa li ser Cizîr û Silopê di roja 19ande ye. Doh hêzên ewlekariyariyê bi tanqan li tax Cudiyê xistin. Li gorî agahiyên ku me bidest xist bi sedan rûniştvan jiber êrîşan mecbur ji malê xw derketin û çûn taxên din uên navçeyê.

Parlamanterê Şirnexê Faysal Sariyildiz ku di destpêka qedexê de li wir jibo dengê Amerîka da zanîn dinav durojên dawî de êrîş girantir buye û dewlet dixwaze Cizîrê vala bike. Sariyildiz destnîşan kir ji roja yeke ya qedexê heta îor 29 sivîl hatine kuştin, 22 kes zewicandî bûn û 8 jî zarok bûn.

Parlamenterê HDPê got “20 rojan xelqê di malê wan de tî û birçî hîştin, lawaz xistinû piştî 20 rojan bi tanqan êrîşên bênavber kirin. Gelek kes jiber ku xaniyê wan di serê wan de xerakirin mecbur derketin. Dema ku gel ji malê xwe jî dertên hêzên ewlekariyê bi çekan êrîşê wan dikin.”

Faysal Sariyildiz got neha Cizîr bi qetliamek re rûbirû maye û behsa kuştina Hediye Erdin dike. “Hediye Erdin bi cûreyek bombeye hat kuştin dema ku xwest ji hewşa malê avê bîne.”

Hûn dikarin di fayla deng de gohdariya raportê bikin.

Raport bi Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:13 0:00

XS
SM
MD
LG