Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selma İrmak: Dewletê ji Bilî Xendekan tu Rê Nehîşt


02.01.15. Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), li Amedê, navenda çandê ya Cegerxwînê, bi navê “Emê bi rêvebiriyên xwecihî jiyana azad pêk bînin’’ konferansek lidardixe.

Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliye Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk(KCD) Selma Irmak ve hat kirin. Xanima İrmak behsa peywendiyên nav Kurdan kir û da zanîn bi heyeteke girseyî ewê biçin zîyareta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Telebanî. Hevseroka KCDê got di navbera Kurdan êdî birakujî pêk nayê ev bê aqilî û nezanî bû ku di sedsala berê de ma.

Hevseroka KCDê derbarê çareseriyê dîsa balê da ser müzakere û çareseriya li ser masê.

Hevseroka KCDê carek din xendekan parast û got dewletê ji bilî xendekan tu rê ji Kurdan re nehîşt. Wê dewleta Tirkiyê jî weke dijmin binav kir û got dinya tev bi zilma dijminê me hisîya.

Konferansa HDPê bi bedariya perlamenter û şaredaran herwiha nûnerên sivîl didome. Çaverêye ku HDP piştî konferansê encamê bi daxuyaniyek ragihîne.

Hûn dikarin di fayla deng de gohdariya raportê bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:33 0:00

XS
SM
MD
LG