Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seyfettîn Aydemir Rewşa Bajarê Slopî yê Şîrove Dike


Seyfettîn Aydemir
Seyfettîn Aydemir

Li Tirkiyê 25 roj bi ser qedexekirina li Cizre û Slopî re derbas dibin bêyî çi nîşanên çareserî û bidawîhatina astengiya xelkê sivîl.

Hevserokê şaredariya Slopî Seyfettîn Aydemir di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka rewşa naha ya bajarê Slopî şîrove kir û got:

“Di nav van 25 rojan de şerekî giran birêve çû. Ta niha 25 kesan jiyana xwe ji dest dane, di nav de jî îroj du term hatin veguhestin bo nexweşxanê. Ji van 25 kesên mirî hîn kes nehatiye binaxkirin. Ne xwarin heye, ne av û nejî eliktrîk heye. Rewşa xelkê sivîl pir xerab e. “

Li dor axaftinên doh yên Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ku gotibû “Çi pirsgirêka Kurdî li Tirkiyê nîne, tenê pirsgirêka Terorê heye.“ Aydemir got:

“Em vî tiştî rast nabînin, pirsgirêka Kurd li Tirkiyê pêwîste bê çareserkirin, divê herdû aliyên dijber jî şer rawestînin û vegerin ser maseya guftûgoyan.“

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Seyfettîn Aydemir SW 01_07_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:30 0:00

XS
SM
MD
LG