Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Partiyen Kurd Dixwazin NY Mudaxale Bike ji bo Rawestandina Şer


Partiyên siyasî yên Kurd li Amedê jibo rawestandina şer bangî hemû cîhanê kirin da ku midaxaleyekê bikin

Partiya Azadiya Kurdistan(PAK), Partiya Azadiyê (PAKURD), Tevgera Azadî, Partiye Azadî û Mafan (Hakpar), Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP) li rex Meyadana Şêx Seid daxuyaniyek dan û bale kişandin ser şerê li navçeyên Kurdan.

Hat gotin li Kurdistanê jiber şîdeta dewletê û şerê PKKê yê bi nave xendekan Gelê Kurdistanê careke din tûşî kuştin, wêranî û koçberîyê dibe.

Hat îfadekirin Dewleta Tirkiye bi rêya şîdetê dixwaze bigihêje armancên xwe; lê PKK jî bi navê “bi şerê çekdarî li bajaran avakirina herêmên azad’’ xendekan dikole û rê ji dewletê re xweş dike. “Di encamê de yê zararê dibîne gelê me ye, welatê me ye.”

Her şeş partiyên siyasî bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpa, Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê û hemû parastvanên mafê mirovan kirin ku, jibo rawestandina şer li ser Dewleta Tirk û herweha li ser PKKê zextên xwe zêdetir bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin divê demildest Dewleta Tirk û PKK du alî bi awayekî mayînde şer rawestînin. Heta ku ev gav neyê avêtin, rêya dîyalog û çaresrîyê venabe. Partiyan destnîşan kirin divê hemû partî û rêxistinên sîyasî yên bakurê Kurdistanê, li gel garantorên navneteweyî bibin mixatabê Dewleta Tirk û pêvajoyeke çareserîyê ya bi van mixataban divê dest pê bike.

Hêjayî gotinê ye ku heman partî wê di 6ê Sebatê de li Amedê konferansek berfireh jî lidar bixin li ser navê “Perspektîfên jibo çareseriyê”

ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:54 0:00

XS
SM
MD
LG