Di sala 1961î de qanûna 212 ya ragihandinê hat derxistin û rojnamevan bû xwediyê mafên sendikayê. Ev roj weke “Roja Rojnamegerên Xebatkar” tê qebûl kirin. Lê hem ji aliye mafê sendikayê hem jî ji aliye azadiya ragihandinê de rewşa rojnamegeriyê li Tirkiyê xerab e.
Di sala 1015î de 31 (neha reqam bû 35) rojnemager di girtîgehê de ne. Li herêmê rojnamevan di şertê şer de kar dikin. Xetera jiyanê jî ya girtinê jî pir zêde ye. 1570 malper hatin qedexekirin. DİHA 26 caran hat girtin. Li cîhanê 2534 twit hatin rakirin ku 1667 twît ser dexwaza Tirkiyê hatin rakirin.
Serokê cemiyeta Başur rojhelatê Tirkiyê Veysî îpek, Serokê Cemiyeta Azad Haqî Bolqan, Edîtor û Peymanêra JİNHA’yê Zehra Dogan li ser rewşa rojnamegeriyê hizrê xwe ji Dengê Amerîka re parvekirin.
Ji aliye dinê ve Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan jî îro got “Divê Ragihandin azad be. Rojnamevan û ragihandin çiqas azad be, demokrasiya welêt jî ewqas bihêz be.”