Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Burkîna Faso Êrîşa Daiş ya li ser Otêlekê Bidawî hat


Berpirsên hikûmeta Burkîna Faso dibêjin dorpêçkirina otêlekê ji aliyê Dewleta Îslamî ve li paytexta welêt bi dawî hat û bi kêmanî 23 kuştî ji 18 welatan li dû xwe hîştin.

Desthilatdaran îroj şemiyê got 126 barimte hatibûn rizgarkirin di operasyoneke ewlekariyê de, sê jîhadî hatibûn kuştin û yê çerem jî piştre li derdorê kuştî hat dîtin.

Wan got bi kêmanî 30 kes ji barimteyan birîndar bûbûn.

Serokê Burkîna Faso Roch Marc Christian Kabore,îroj şemiyê serdana otêlê kir û êrîş wek êrîşeke pîs û tirsok anî ziman.

Wezîrê ewlekarî û karûbarên navxweyî Simon Kompaore got hêzên ewlekariyê li derdora otêlê digerin da ku dupat bikin çi çekdaran xwe veneşartine li wir.

Hin raport dibêjin êrîş hîn berdewam bû li otêleka nêzîkî derdorê.

Hêjayî gotinê ye, hizên hikûmetê li gel hêzên Frensî li wir şer kirin li dijî çekdaran ji bo rizgarkirin otêla ku biyanî û tîmê Netewyên Yekgirtî li Ouagadougou ya paytext lê diman, dema êrîşa çekdaran li ser avahiyê derengî roja înê rûda.

XS
SM
MD
LG