Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Helmeta Komkirina Mîlyonek Îmza ji Aliyê ENKS ve


Fethulla Huseynî, Ebdulrehman Apo û Mihemed Mele Reşîd
Fethulla Huseynî, Ebdulrehman Apo û Mihemed Mele Reşîd

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), berî çend rojan dest bi helmeteke komkirina milyonek îmza kir ku dê wan ji sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekgirtî re bişînin bi armanca haydarkirina wî li ser rewşa Kurdên Sûriyê û guftûgokirina doza wan di kombûnên Cinêv yên pêşbîn de.

Di demekê de ku ev helmet bala hin şîrovekar û çalakvanan dikşîne, hin dibêjin dê çi bandora wê ya berbiçav nebe li ser erdê li welatekî ku êdî karê sivîl bê encam e.

Ew dibêjin alî û gurûpên ku desthilata wan a leşkerî hebe li Sûriyê, ew tenê dikarin mafê xwe biparêzin.

Ta kîjan astê ENKS dê di vê helmeta xwe de biserkeve, eger em bidin berçavan ku milyonek îmza ne erkeke hêsane li herêm in ku bi sedhezaran xelk jê reviyane û bela bûne li seranserî welatên cîhanê?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Endamê hevpeymaniya opozosyona Sûrî Mihemed melle Reșîd ku li Tirkiyê dimîne

Endamê komîta navendî ya Partiya Çep a Demuqrat a Kurd li Sûriyê Fethulla Huseynî ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne

Endamê Komîta navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistana Sûriyê Ebdulrehman Apo ku li Efrînê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 01_19_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:40 0:00

XS
SM
MD
LG