Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîn Parlak Rewşa Xwe ya Yasayî li Amerîka Şîrove Dike


Îbrahîn Parlak
Îbrahîn Parlak

Îbrahîn Parlak, Kurdeke ku bû 22 sal in xwediyê xwaringehekê ye li Wîlayeta Michigan.

Ew ji binemaleke Kurdên Tirkiyê ye, ji sala 1991 ve li Amerîka dijî û ji wê demê ve daxwaza mafê hemwelatîbûnê dike li Amerîka lê ne tenê maf wî hatiye ragirtin belê ew niha rastî vegerandina Turkiyê dibe bi sedema pêwendiyên wî yên berê li gel Partiyên Kurdan li gor ku Parlak dibêje:

“Dema ez hatim Amerîka, wan çi agahî nebûn li dor Kurdan û tevgera wan an jî wan siyaseteke zelal nebû li dor kurdan, lê di sala 1997 de Amerîka hin gurûpên Kurdan wek terorîst ragihandin, ne ji ber ku wan tiştek li dijî Amerîka kiribûn, belê ji ber ku Tirkiyê fişar di vê derbarê de kir. Piştre dema hevdîtin li gel min kirin wan ji min re gotin te pêwendî li gel hin gurûpan hebûn, loma divê em vekolînê li gel te bikin.”

Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê faylê deng veke

Raport bi Deng SW 01_19_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00

XS
SM
MD
LG