Xaniyê ku birîndar têdene, di encama êrîşan de beşek jê herifî. Birîndara bi navê Sultan İrmak (17) bin diwarê xanî de ma û jiyana xwe jidest da. Tevî Siltan heft birîndar di heft rojan de jiyana xwe jidest dan.
Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz da zanîn niha 15 birîndarên giran û 9 jî yên din, tî, birçî di bin xanî de ne û ji doh ve agahî ji wan nastînin.
"Dema ku hevalê me li Enqerê li odeya Wezirê Karê Navxwe bi birînaran re diaxvîn êrîşek kirin û di telefonê de bi zindî gohdar kirin. Di wê îrş û teqînê de Siltan jî mir."
Hêjayî gotinê ye ku ji Navenda Ddeya Bijîjkan (TTB) û navenda Sendikaya Xebatkarên Saxlemiyê (SES) 9 doktor, 5ê xebatkarên saxlemiyê bi du amabulansan dişîne Cizîrê da ku birîndaran xelas bikin. Lê li Hezexê (îdîl) hêzên ewlekariyê rêya wan girt û nahêlin ku doktor bi hewara birîndaran harin.
Doktor Halis Yerlikaya di nav şandê de cî digre û agahiyan jibo Dengê Amerîka dide.