Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîrwan Kajjo Li Ser Romana Xwe " Tenê Xwelî " Diaxive


Bernama Deng û Reng ya heftane ji Dengê Amerîka, mêvandariya hunermend û berhemdanerên Kurd li seranserî cîhanê dike.

Mêvanê vê hefteyê, nivîskar û rojnemevan Sîrwan Kajjo ye.

Sîrwan di sala 1986an de li bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

Li ber destê mamoste Deham Ebdulfetah hînî hûrbîniyên zimanê Kurdî bû, ku bû bengeh ji wî re da xwe li warê vivîsandina bi zimanê Kurdî bipîve.

Sîrwan wek jimarek mezin ji xortên Kurd re li pê xewna kesayetiya xwe ket û Amûd li paş xwe hişt û berê xwe da Lubnanê.

Piştî demekê ew ji Lubnanê hate Amerîka û li wir bi cî bûye, kar û xebatên xwe dike.

Li ser van riyan, Sîrwan karîbû bi çend pirtûkan xwe bide naskirin, wekû nîvîskar, li kêleka hin çalakiyên din.

_ Bîranên Serxweş (Helbest- bi Kurdî)

_ Xewn û Vodka û Tiştên Din ( Helbest- bi Kurdî)

Di sala 2015an de, romana xwe ya yekem bi zimanê Îngilîzî derxist bi navê "Tenê Xwelî", ku tê de, di bin navê lehengê xwe "Kawa" de, çîroka xwe dibêje.

Gelo çi li paş çîroka Kawa heye? Çima Sîrwan jibo romana xwe zimanê Îngilîzî neqand? Nirxandin û rexnekirina vê romanê çawa ye?

Ev tev de wê di vê hevpeyvîne de bên giftûgokirin, fermo guhdarî wê bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:23:11 0:00

XS
SM
MD
LG