Koşka Sipî dibêje serok Barack Obama û serokê Çînê Xi Jinping di pêwendiyeke telefonî de doh înê erêkirin ku pilana taqîkirina rokêteka balistî ji aliyê Kûrya Bakur ve ew kiryareke din a gurkirina nakokiyan e û têkbirina seqamgîriyê ye.
Herdû serkirdeyan gotin taqîkirineke wiha ew li dijî biryarên civata ewlekariya Neteweyênm Yekgirtî ye, li gor daxuyaniya Koşka Sipî.
Kûrya Bakur di van demên dawî de ragihand ku ew pilan dike ji bo avêtina rokêtekê, piştî taqîkirina bumbeyeke Hîrojînî di meha çelle de ku Pyongyang ew wek taqîkirina serkeftî anî ziman.
Koşka Sipî got Obama û Xi herdûyan jî di axaftina xwe ya telefonî de dupat kirin ku ewê Kûrya Bakur wek welatekî navokî nepejirînin, û her wiha got ew pêgirin bi temamî bi nehêlana navokî li nîvgirava Kûrî.
Hêjayî gotinê ye ku ragihandina Kûrya Bakur li dor pilana avêtina rokêteke balistî ew bû cihê pirotesto kirina gelek welatan. Japonê leşkerên xwe xistin asta huşdariyê û xwe amade dike ku rokêta Kûrya daxin eger metirsiyê bide ser axa wê.
Kûrya Başûr her wiha huşdarî da ku dê buhayê vê yekê giran be li ser Kûrya Bakur.