Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mistefa Îsmaîl Rewşa Penaberan Li Ewrupa Piştî Kombûna Cênîvê Dinerxîne


Yek ji xalên serekî di kombûna Cinêvê de kêşeya penaberên Sûrî bû ku nuha di astengiyên mezin de derbas dibin bitaybetî ku hin welatên Ewrupî yaseyên xwe di derbarî wan de guhertine bê ku tu çareserî ji kêşeya wan re bê peydakirin.
Dengê Amerîka hevpeyvînek li gel nivîskar û rojnamevan Mistefa Islamîl re kir, di derbarî vê rewşê de, gelo çi li pêşiya van penaberan heye? Çi ji welatên Yekîtiya Ewrupa tê xwestin, ji bo alîkariya wan?

Birêz Mistefa dibêje ku, welatên Ewrupa ne li gorî pinsîpên mafên mirovan e, ji ber pêwistî bi alîkariya van kesên penaber heye û bi awyekî lazgîn.

Herwiha jî wî anî ziman, ku ji kesên penaber jî tê xwestin ku rêza xwe li yase û rolên welatên lê bigrin û got: "Divê ku yê penaber xwe têbighêje ku beşdarî jiyana wan welatan bibe, û fêrî jiyana wan bibe, yan divê ku ji wir derkeve."

Ismaîl dibêje; Cinêva 3an tu çareserî ji Sûrî re nanîye û kêşe wê hîn berdewam bibe.

Hevpeyvîna Mustefa Ismaîl-2-6-2016-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:14 0:00

XS
SM
MD
LG