Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Girtina Sînorê Tirkiyê li ber Penaberên Sûrî


Elî Mislim û Kemal Sîdo
Elî Mislim û Kemal Sîdo

Bi deh hezaran xelkê sivîl yên ji ber êrîşên esmanî yên Rûsya û rêjîma Sûrî reviyayî, li ser sînor li benda derbasbûna aliyê Tirkiyê ne.

Ew di bin sar û sermayê de li gel zarokên xwe li derve dimînin û wan pêwîstî bi alîkariyê heye.

Ew rewşa wan a xirab tê di demekê de ku hêvî hebûn kombûnên aştiyê li Cinêvê encamên erênî qezenc bikin, lê li tersî wê hêviyê rewş her çû xerabtir bû.

Tirkiyê ku bû çend roj in sînorê xwe di rûyê wan de girtiye, dibêje ew edî nikarin jimarên bêhtir ji penaberan wergirin. Dibêjin ew berê mevandariya behtirî 2 milyon û nîv penaber dikin.

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Serokê beşê Rojhilata Navîn li Komela Gelên di bin Gefê de Kemal Sîdo ku li Almanya dimîne; û endamê serkirdayetiya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Elî Mislim ku li Tirkiyê dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 02_09_19
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:09 0:00

XS
SM
MD
LG