Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Partiyên Çepgir li Amedê


Demirtaş "AKP êdî buye temsîla siyasî ya DAİŞê."

Partiyên çep yên Avrupayê jibo piştgiriya HDP hatin Amedê. HDP û partiyên Avrupa konferansek dan. Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş axaftina vekirinê ya konferansê kir.

Hêjayî gotinê ye 7 malbatên ku zarokê wan li Surê hatine kuştin û meytê zarokê wan li Surê mane, li heman holê çalakiya nobeta aşitiyê lidar dixin. Çalakî didome û wêneyên ciwanên ku hatine kuştin li diwarê holê hatibûn hilawêstin.

Di gotara xwe de Demirtaş behsa van malbatan û zarokê wan kir. Wî rexneyên tund li hikumetê û li serokkomar kir û got ji kuştina ciwan û zarokan serokkomar sûcdar e.

Demirta got “Ciwan bi wehşetek mezin tên kuştin. meyt tên perçekirin û şewitandin û meyt li erdê dimînin, Hem hikumeta ku fermanê daye hem serokkomar hem hêzên ewlekariyê, rojek jiber van sûcên li dijî mirovahiyê dê hesab bidin."

Syasetvanê Kurd got serokwezir Davutoglu dibêje ewê nehêlin ku Azez bikeve lê yên li Azezê ne rêxistinên terorist, Nusra û Ahrar û Şam in. rêxistinên hov û terorîst in. Bi van daxuyaniyan û bi êrîşên li ser PYD xuya dike ku Tirkiye piştevaniya teroristan dike û wan diparêze."

Demirtaş behsa hevdîtina xwe ya bi Salih Muslim re ya li Atinayê jî kir û got medya Tirk jibo hevdîtinê dibêji HDP piştevaniya teror û teroristan dike. Madem Salih Muslim terorsit bû çima we gelek caran li Enqerê kir ew mêvan? AKP êdî buye temsîla siyasî ya DAİŞê."

Bernard Riexinger"Avrupa jiber rewşa penaberan çavê xwe li qetilamên li ser Kurdan digre"

Hevserokê Pariya Çep ya Almanya, Die Linke, Bernard Riexinger jî got Recep Tayip Erdogan li Tirkiyê rejîmek ava kir û ev rejim li hember Kurdan şerek dijwar daye destpêkirin.

Wî rexneyan li siyaseta Almanya û Avrupayê kir.

"Tirkiye ku endamê Natoyê ye. Neha li ser kurdan qetlîaman pêk tîne û lê Avrupa jiber mijara penaberan çavê xwe ji rejîma Erdogan re digre."

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

Raport bi Deng 02_20_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:34 0:00

XS
SM
MD
LG