Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesûd Kaso Helmeta Mayîna Birêtanya di Yekîtiya Ewropî de Şîrove Dike


Mesûd Kaso
Mesûd Kaso

Serokwezîrê Birêtanya David Kamîron helmeteke çar mehan destpêkir ji bo mayîna Birêtanya di Yekîtiya Ewropî de. Wî ragihand ku dengdêr dikarin di rapirsîna ku biryare di 23 meha hizêranê de birêve biçe biryarê bidin li dor bicîhîştin an mayîna di Yekîtiyê de.

Parêzer Mesûd Kaso di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:

“Wek welatekî Êkonomiya wê xurt, Birêtanya dixwest xwe ji welatên rojhilata Ewropa biparêze. Piştî kirîza Yonanistanê jimareke mezin ji wan welatan hatin Birêtanya û zor dan ser abûriya wê.“

Kaso ku li London dimîne, bal kişand ser hewlên Kamîron di vê derbarê de û pêşbîniya wê yekê kir ku Birêtanya di Yekîtiya Ewropî de bimîne.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke.

Mesûd Kaso SW 02_21_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:33 0:00

XS
SM
MD
LG