Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Biryara Sepandina Agirbestê li Sûriyê


Gêlo Îsa û Zekeriya Huserî

Amerîka û Rûsya erê kirin li dor cîbecîkirina “rawestana kiryarên dijminahî” li Sûriyê ku dê roja şemiyê destpê bike.

Mosko û Waşinton, ku herdû jî di nav 17 welatên bi navê gurûpa navnetewî ya piştgiriya Sûriyê de ne, dê hêzeka erkan durist bikin ji bo cîbecîkirina agirbestê.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîka Josh Earnest ev rêkeftin wek derfetekê binav kir ji bo bidawîanîna şerê Sûriyê yê 5 salan.

Ev gav tê di demekê de tundûtijî berdewam e û çi nîşanên berbiçav nînin ku aliyên şer pêgir bin bi biryarên wan di vê derbarê de.

Gelo vê carê welatên xemxur rijdîne di hewildana xwe de an ev jî wek hewildanên wan yên siyasî dê ronahiyê nebînin li ser erdê, eger em bidin berçavan ku grubên çekdar yên wek Daiş û el-Nusra ji vê yekê dûr in û dê şerê wan berdewam be.

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Endamê komîta navendî ya Partiya Demuqrata Kurdî ya Sûrî Gêlo Îsa ku li Sûriyê dimîne û lêkoler Zekeriya Huserî ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:26:15 0:00

XS
SM
MD
LG