Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Erêkirina Amerîka û Rûsya ya Dawî li Dor Sûriyê


Ebdulbasit Seyda û Salih Cefer

Amerîka û Rûsya erê kirin li dor veguhestina agahiyan li dor grubên pêgir bi agirbesta berî çar rojan hatî ragihandin li Sûriyê da ku rê li tundûtijî û zêdegaviyan bigirin di demên pêşde.

Wezareta berevanî ya Rûsya doh êvarî ragihand ku li gel hin bûyerên tundûtijiyê li hin cihan agirbest bi berferehî pêk tê .

Serkirdeyê navenda hevrêziyê ya agirbestê li bingeha Rûsî li Sûriyê General Sergei Kuralenko, razîbûna xwe di vê derabarê de anî ziman û hevrêziya li gel aliyê Amerîkî li paytexta Urdun Ammanê di asteke baş de ragihand.

Gelo ev agirbest dikare bibe destpêk ji bo piroseyeke aştiyê ya demdirêj û bingeha çareseriyeke ku hemî alî erêbikin li ser?

Ta kîjan radeyê Amerîka û Rûsya rijd in û aliyên şer ta kîjan astê pêgir in bi vê agirbestê?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Serokê bere yê Encûmena Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Seyda ku li Swêd dimîne û nivîskar Salih Cefer ku li Holanda dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:21:34 0:00

XS
SM
MD
LG