Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevjîna Ebdulrehman Apo Behsa Girtina wî ji Aliyê Asayîşa Efrînê ve Dike


Ebdulrehman Apo

Endamê komîta navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistana Sûriyê Ebdulrehman Apo roja înê êvarî hate girtin ji aliyê hêzên asayîşê Efrînê ku ta amadekirina vê raportê hîn tişkekî diyar nehatiye ragihandin ji aliyê wan ve.

Hevjîna Apo (Diya Kawa) di hevpeyvînekê de li gel Dendê Amerîka behsa nîrên girtina wî kir û got:

“Ez îro çûm navenda Asayişê ji bo girtina Ebdulrehman, wan ji min re gotin ew li nik meye lê çê nabe tu wî bibînî ji ber vekolîn hîn nebûne.”

Diya Kawa dibêje ew sedema girtina mêrê xwe nizane û daxwazê ji rêxistinên mirovahî dike ku alîkariya wê bikin ji bo berdana Apo.

Hêjayî gotinê ye ku Dengê Amerîka hewil da telefona serokê desteya navxweyî ya kantona Efrînê Hesen Beyrem bike û her wiha berpirsê Asayîşê li wir Luqman Juma lê bi sedema pirsgirêkên pewendiyên telefonî li Efrînê pêwendî biserneket.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:43 0:00

XS
SM
MD
LG