Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kamîran Haj Ebdo: Pêwîst E Koalisyona Opozisyonê Êrîşên Şêx Meqsûd Şermezar Bike


Kamîran Haj Ebdo

Gurûpa opozisyona Sûrî ya sereke îro duşemê nîşan bi wê yekê da ku ew niyaz dikin dawiya vê heftê tevlî axaftinên aştiyê bin.

Erêkirina wan tê di demekê de ku hin gurûpên leşkerî yên girêdayî bi wan, êrîşî taxa Şêx Meqsûd li Helebê kirin û bi dehan xelkê sivîl kuştin li gor çalakvanan.

Sekretêrê Partiya Yekîtiya Demuqrata Kurdî li Sûriyê û endamê komîta pêwendiyên derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Kamîran Haj Ebdo di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:

“Êrîşên gurûpên terorîst li ser taxa Şêx Meqsûd ew agirbesta Sûriyê têk dibin, ez wan şermezar dikim lê desteya bilind a guftûgoyan gelek alî tê hene ku em jî beşekin jê, em bi hêvî bi diyalogê rew baştir bibe ji bo pêşeroja Sûriyê.”

Haj Ebdo ku Almanya dimîne dupat kir ku pêwîste koalisyona opozisyona Sûrî van kiryarên terorîst şermezar bike.

ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:46 0:00

XS
SM
MD
LG