Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mizgîn Hesko: Jina Kurd Xewdan Kesayetî û Roleke Ginîng e di Civata Kurdî de


8 Adarê roja cejina jinên cîhanê ye ku li seranserî cîhan rola jinê di avakirina jiyanê de bi bîr tê, herwiha jî kêşe û zoriya ku li ser wê tê kirin ji aliyê civak, bîrokên paşvero û siyasetên tund û hewildana rakirin û bidawîkrina van zor û kiryarên dijberî jinê li cîhanê.

Dengê Amerîka di debarî vê roja taybet hevpeyvînek bi helbestvan Mizgîn Hesko re kir, da ku hin roniyê bîne ser rewşa jinên Kurd û rola wan di civaka Kurdî de.

Xanim Hesko dibêje, jina Kurd xwedan role di civata xwe de, bi ser zor û astngiyan jî,lê ew herdem li kêleka mêrê Kurd civak û xebat meşandiye.

Ji aliyekî din ve jî, xanim Hesko bal kişand li ser zorî û tûndûtijiya li dijî jinan û got: "Hin kiryarên çewt li dijî jinan tên kirin, mîna sinetkirina jinan, kuştina namûsê, û bikaranîna jinan, û divê ku civak şerê van kiryaran bike da ku mafê jinan bê parastin."

ji bo guhdarîkrina vê hevpeyvînê, vî faylê deng veke

Hevpeyvîna Mizgîn Hesko-3-8-2016-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:22 0:00

XS
SM
MD
LG