Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komkara Erebî Hizbullah wek Rêxistineke Trorîst Binav Dike


Komkara Erebî doh înê di kombûneke wezîrên derve yên Komkarê de li paytexta Misir Qahîra bi awakî fermî gurûpa çekdar a Libnanî Hizbullah wek rêxistineke Terorîst Binav kir.

Ev pîvana hatî erêkirin ji aliyê piraniya wezîrên Komkara Erebî ve ji bilî yên Libnan û Îraqê, nakokiya heyî wergerand di navbera Şîiyên ku piştgiriya Îranê werdigrin û Sunniyên ku Civata Hevkariya Kendava Erebî piştgiriya wan dike.

Ev bizav tê piştî kêmî du hefteyan ji biryara Erebistan Siudî bo ragirtina 4 milyar dolar ku wek poiştgiriyên leşkerî hatibûn pilan kirin bo hikûmeta Libnanî.

Hêjayî gotinê ye ku demekê berê vê mehê Civata Hevkariya Kendava Erebî jî Hizbulla wek rêxistineke terorîst binav kir.

Wê demê sikirtêrê giştî yê Civatê Ebdulatîf el-Zeyanî got biryara wan girêdaye bi hewlên Hizbullah de ji bo bikaranînana gêncan li welatên Kendavê ku kiryarên terorîst pêk bînin.

XS
SM
MD
LG