Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ezîz Osman: Berî Rûxandina Rêjîma Esed Divê Çareseriyek ji bo Sûriyê Bê Danîn


Ezîz Osman

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry îro yekşemê li gel hevtayên xwe yên Birêtanya, Frensa, Almanya û Îtalya kom dibe li Frensa ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê.

Axaftinên wan tên rojekê berî berdewamkirina guftûgoyên aştiyê li Cinêv.

Endamê mekteba siyasî ya Partiya Azadiya Kurdistan(Sûriyê) Ezîz Osman di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:

“Ev kombûn, bi nerîna min, bi du xalan ve girêdayî ye, guftûgokirina kombûna sibe ya Cinêv, û her wiha dê Amerîka ji Ewropa re ronahiyê bide ser rêkeftinên di navbera wan û Rûsya de li dor Sûriyê. “

Osman ku li London dimîne bal kişand ser çarenûsa serokê Sûriyê Beşar el-Esed ku cihê nakokiyê ye di navbera Rêjîmê û opozisyonê de û diyar kir ku herdû alî jî neçarin ji daxwazên xwe yên bilind dakevin da ku bigihin rêkeftinekê.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:55 0:00

XS
SM
MD
LG