Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Omer Onen: Dewleta Tirk bi Kuştina Kurdan Tiştekî Qezenc Nake


Imer Ûnen
Imer Ûnen

Desthilatdarên Tirkiyê îro yekşemê qedexeya hatûçûnê li du bajarên din yên Kurdan ragihandin, cihê ku hêzên ewlekariyê xwe amade dikin ku operasyonekê birêve bibin li dijî serhildêrên Kurd.

Qedexeya bajarê Yuksekova li parêzgeha Hekarî biryare vê gavê dest pêkiribe û ya bajarê Nisêbînê li parêzgeha Mêrdînê, nîvê şevê destpêdike, li gor berpirsan.

Endamê Civata giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û hevserokê Partiyê li Amedê Omer Onen di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:

“Eger em bala xwe bidin Amed û Cizîrê û cihên din yên qedexe û şer lê bûyî emê bibîbin ku siyaseta hikûmetê li wir bi ser neket, loma ew heman siyaset li cihên din jî wek Mêrdîn û Hekarê jî bisernakevin, tenê navçe û bajarên Kurdan tên xerabkirin. “

Onen ku li Amedê dimîne dupat kir ku pêwîstî bi diyalog û axaftinê heye, çimkî bi kuştin û wêrankirinê dewleta Tirkiyê tiştekî qezenc nake.

Jibo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Imer Ûnen 03_13_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:47 0:00

XS
SM
MD
LG