Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Behzad Diyab: Rêjîma Sûrî Tenê Dixwaze Çend Kursiyan Bide Opozisyonê


Behzad Diyab
Behzad Diyab

Şandê Neteweyên Yekgirtî Staffan de Mistura îro dest bi gereke din a guftûgoyan kir li Cinêvê û huşdarî da ku alternatîv ji axaftinên aştiyê re şerekî xerabtir e ji yên berê .

De Mistura berî kombûna li gel şandê hikûmeta Sûriyê got divê xelkê Sûriyê biryara pêşeroja xwe bidin û Neteweyên Yekgirtî jî pêwîste alîkariya wan bike.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Behzad Diyab di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka li dor çarenûsa vê gera axaftinan axivî û got:

“Ez bawerim çi hêvî di van axaftinan de nînin ji ber ku rêjîm ne rijdî ye û ew tenê dixwaze çend kursiyan bide opozisyonê, evjî nayê pejirandin.”

Diyab ku li Swîsra dimîne behsa niyaza civaka navnetewî kir di vê derbarê de û got xema wan tenê kirîza penaberan çareser bibe ne ya Sûriyê bi tevahî.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Behzad Diyab 03_14_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:42 0:00

XS
SM
MD
LG