Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Kişandina Hêzên Rûsî ji Sûriyê û Bandora wê li Kombûnên Cinêvê


Mûsa Mûsa û Idrîs Naasan
Mûsa Mûsa û Idrîs Naasan

Wezareta Berevaniya Rûsya îro sêşemê got dê yekem gurûpa balafirên wan ji Sûriyê bikşên piştî ragihandina serokê Rûsya Vladimir Putin ku ewê hemî hêzên xwe ji Sûriyê bikşînin piştî nêzîkî şeş mehan ji operasyonên leşkerî li wir.

Şanda Neteweyên Yekgirtî Staffan de Mistura pesna biryara Putin da û got ew hêvîdar e ku biryarê bandoreke erênî li ser axaftinên aştiyê hebe.

Koşka Sipî got Serokê Amerîka Barak Obama doh Duşemê telefona Putin kir ji bo gotûbêjkirina biryara wî.

Li Dîmeşqa paytext nivîsîngeha serokatiya Sûriyê got Esed erê kir li dor biryara Rûsya.

Gelo çima Rûsya wiha ji nişkeve ev biryar da? Wan ji ber xwe ve ev gav avêtin anjî di bin fişareke herêmî û navnetewî de bû?

Gelo çarenûsa agirbestê wê çibe piştî vekişandina Rûsya.

Bandora kişandinê ta kîjan astê dê erênî be li axaftinên aştiyê?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Şarezayê yaseya navnetewî Mûsa Mûsa ku li Almanya dimîne û Îdrîs Nassan,cîgirê berê yê wezîrê pêwendiyên derve yê kantona Kobaniyê ku li Kobaniyê dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 03_15_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:32 0:00

XS
SM
MD
LG