Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan ji Yekîtiya Ewrupa Dixwaze Piştevaniya Xwe Ji Serhildayên Kurd re Rawistîne


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di îro Înîyê de, ji Yekîtiya Ewrupa xwest ku piştevaniya xwe ji Partiya Karkerê Kurdistanê (PKK) re rawistîne.

Gotina Erdogan hat di rojekê de piştî ku komika Teyrên Baz yên Azadiya Kurdistanê berpirsyariya xwe ragîhand ji teqîna Enqere ya roja Yekşemê, ku 35 kes tê de hatin kuştin.

Karbidestên Tirkîyê PKKê tawanbar dikin bi vê teqînê û dibêje ku, Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) di eniya êrîşên PKKê de ye li dijî sîvîlan.

Lê PKK ji aliyê xwe ragîhand ku, ev komik ji PKKê veqetîye û tu desthilata wê li ser tune ye.

XS
SM
MD
LG