Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Hevrêziya Amerîka-Rûsya û Ragihandina Fedralîzmê ji Aliyê Kurdan ve li Sûriyê


Mistefa Juma û Nesredîn Îbrahîm
Mistefa Juma û Nesredîn Îbrahîm

Rûsya huşdarî da ku ewê îro dest bi kiryarên yekalî bike li dijî gurûpên zêdegaviyan dikin li agirbesta Sûriyê.

Şandê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura ku serkirdayetiya hefteya duyem a guftûgoyan dike doh duşemê xemên xwe derbirîn li dor têkçûna hevrêziyê di navbera Amerîka û Rûsya de.

Ev yek tê di demekê de ku Neteweyên Yekgirtî li ser pilanekê kar dikin li dor destûrekî nû û hilbijartinan.

Li alîkî din, komkara Erebî doh duşemê ragihandina Kurdan red kir ji bo Fedralîzmê li herêmên bakurê Sûriyê, û cîgirê serokê komkarê Ehmed Bin Hillî got bangên ji bo fedralîzmê renge bandora xwe li yekbûna Sûriyê hebin.

Gelo hevrêziya di navbera Amerîka û Rûsya di derbarê agirbestê de di çi astê de ye?

Ragihandina Fedralîzmê ji aliyê Kurdan ve ta çi radeyê dikare bibe cihê nakokiyan di navbera aliyên Sûrî de?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser van babetan:

Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Mistefa Juma ku li Nerwîc dimîne û Sekretêrê Partiya Demuqrat a Kurdî li Sûriyê, Nesreddîn Îbrahîm ku li Qamîșlo dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 03_22_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:18 0:00

XS
SM
MD
LG