Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Amadebûna Dêplomatan li Dadgehkirina Du Rojnamevanan Rexne Dike


Serokê Tirkiyê rexne li dîplomatên biyanî kirin li dor amadebûna wan li dadgehkirina du rojanamevanên navdar ku diyarbû wek piştgirî ji azadiya medya re li Tirkiyê.

Can Dundar û Erdem Gul roja înê derbasî dadgehê bûn bi tawana îxanetê û piştgiriya terorê ji bo raportên wan yên li dor "şandina çekan ji serhildêrên Sûrî ji aliyê Hikûmetê ve". Hikûmet dibêje raportên wan ew pareke ji pîlanekê ne ji bo xistina Hikûmetê.

Di axaftinekê de îro şemiyê li Istanbolê Receb Teyib Erdogan diplomat tawan kirin bi derbaskirin sînorên xwe û rawestana li aliyê wan kesên ku "dixwazin hikûmetê hilweşînin."

Wî got:

“Gelo hûn hizr dikin hûn kîne? Ev ne welatê we ye, ev Tirkiyê ye.”

Dadgeh hatibû ragirtin bo yekê meha nîsanê, ku dê ne vekirî bête birêve birin.

XS
SM
MD
LG