Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîhanok Dîbo Behsa Axaftinên Esed li dor Kurdan Dike


Sîhanok Dîbo
Sîhanok Dîbo

Li gor rojnameya Libnanî el-Exbar, serokê Sûriyê Beşar el-Esed berî çend rojan di kombûnekê de li Dîmeşqa paytext behsa Fedralîzma Kurdan Kiribû û ew wek tiştekî bê nirx anîbû ziman. Wî gotibû ew kesên fedralîzmê dixwazin ji aliyê dîrokê ve rastiya hebûna Kurdan li Sûriyê nizanin.

Endamê rêveberiya nivîsîngeha pêwendiyên dîplomasî ya Partiya Yekîtiya Demuqrat(PYD) Sîhanok Dîbo di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:

“Em dibînin eger behsa hebûna Sûriyê hemî bibe, pêwîste projeyeka demuqratîk, projeyeka çareseriyê derkeve holê. Ev gava fedralîzmê ji aliyê heft netew û sê aynan ve hatiye ragihandin ji bo Sûriya ne navendî û pêşerojê.“

Dîbo ku li bajarê Qamîşlo dimîne, di axaftina xwe de ronî da ser piştgiriya welatên rojava ji bo vê fedralîzmê û got,”Em bawer dikin ku Amerîka dê piştgiriyê bide me.“

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Sîhanok Dîbo 03_27_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:49 0:00

XS
SM
MD
LG