Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmûd Kalo: Li Almanya Dê Hin Çalakî li Dijî Saykis Bîko bêne Lidarxistin


Mehmûd Kalo

Li Almanya komek çalakvanên Kurdên Sûriyê komîtek sazkirin ji bo xweamadekirin ji rêvebirina festîvalekê re ku dê li bajarê Kolin bê lidarxistin wek protestokirin ji rêkeftina Saykis Bîko re bi boneya derbasbûna sed salî li ser rêkeftinê.

Parêzer û çalakvan Mehmûd Kalo di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka bêhtir ronî da ser vê çalakiyê û got:

“Rêkeftina Saykis Biko hîşt ku zordariyeke mezin bi serê Kurdan bê, ji ber wilo em komek çalakvan hewildidin hin çalakî bi navnîşana JI BO ROJEK SERBIXWE li Almanya li darxin.“

Kalo ku yek ji endamên vê komîtê ye, diyar kir ku yek ji armancên sereke yên komîtê ew pênasîna xelkê Almanya bi rêkeftina Saykis Bîko ye û bandora wê ya neyênî li Kurdan.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:02 0:00

XS
SM
MD
LG