Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Pêwendiyên ENK-S û Hevalbendiya Opozisyona Sûrî


Mihemed Mele Reşîd û Mistefa Ebdî
Mihemed Mele Reşîd û Mistefa Ebdî

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê yek ji beşên sereke ye di hindirê hevalbendiya opozisyona Sûrî de ku di axaftinên Cinêvê de niwêneratiya tevahiya opozisyona Sûrî dike li beramber şandê Rêjîmê.

Herçendî ENK-S dibêje ew niwêneratiya nerîna Kurdî dike di nav axaftinan de, gelek dibêjin wê ta roja îro hîn tiştekî berbiçav qezenc nekirî ye.

Ne tenê wiha, di van demên dawî de hin nerîn li dijî Kurdan li ser zimanê hin kesayetiyên Ereb di opozisyonê de hatin belavkirin û bûn cihê nakokiyan li ser asta beşdarbûna niwênerên ENK-S di kombûnên Cinêv de.

Gelo roja îro pêwendiyên ENK-S û hevalbendiyê çawa tên nirxandin û çi pêşbîne di pêşeroja wan de?

Gelo aliyê Ereb di hevpeymaniyê de bi kîjan çavî li ENK-S temaşe dike? Ew wê dibîne wek hevpar ji xwe re an tenê pelek ji bo bikaranînê wek ku hin rexnegir dibêjin?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser van babetan:

Endamê Kurd di hevalbendiya opozisyona Sûrî de Mihemed Mele Reşîd ku li Tirkiyê dimîne û rojnamevan Mistefa Ebdî ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 03_29_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:20 0:00

XS
SM
MD
LG