Şerê dinêvbera leşkerê Îraqî û çekdarên Dewleta Îslamî li nizîk bajêrê Mosil pitir ji 2000 sivil naçarbûn berew herêma Kurdistanê birevin.
Li şeva borî 100 kes gehiştine devera Mexmûr ya biser herêma Kurdistanê û ji aliye hezên pêşmerge pêşwazî a wan hate kirin.
Awarên devera mosil li yarîgehekî hatîne bicih kirin da lêkolina saxlemîyê digel wan bête pêk anin û harwesa lêkolina asayşê ba piştrast bikin ko çekdarên DAIŞê tevli wan nebûne.
Efserê pîşmerge Mehdî Yonîs da zanin lêkolîn bi merema pişteras kirin rewşa aramîyê ye.
Netewên Yekgirtî mezinde dike 3.3 milyon kes dinav Îraqî da yên mişext bûn her ji sala 2014 û êrîşa çekdarên Dewleta Îslamî biser bakor û Rojava Îraqê.