Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Destpêşxeriya Ciwanên Kurd ji bo Yekbûna Tevgera Kurdî li Sûriyê


Kadar Pîrê,Yilmaz Seîd û Îsmaîl Derwîş
Kadar Pîrê,Yilmaz Seîd û Îsmaîl Derwîş

Komek ciwanên Kurd berî çend rojan destpêşxeriyek bi navê destpêşxeriya ciwanên Kurd ragihandin ku tê de bang li tevgera Kurdî dikin da bi berpirsiyariyên xwe yên dîrokî rabin û rêzên xwe bikin yek li beramber guhertinên ku herêm bi giştî û Sûriyê bi awakî taybet rastî wan tê.

Ev tevgera ku di xwedina rewşa heyî û rêbaza xwe de dabeş bûye bo Tevgera Civaka Demukratîk(TEV-DEM), Encûmena Niştinamî ya Kurdî(ENK-S) û hin rêxistin û partiyên ku xwe li derveyî herdû çaçoweyan dibînin.

Gelek hewildan bûn ji bo nêzîkkirina nerîna van alî û partiyan, lê ta roja îro hîn çi bingeh ji wan re nînin ku li ser bigihin hev û li dûrî berjewendiyên partîtî xebata xwe birêve bibin, li gor hin çavdêran.

Gelo destpêşxeriya ciwanan ta kîjan astê dikare di hewla xwe de biserkeve? Eger em bidin ber çavan, aliyên tevgera Kurdî piraniya wan eger em ne hemî girêdayî ne bi hêzên herêmî û Kurdistanî ve, li gor ku hin şîrovekarên siyasî.

Ciwanên ku bi vê destpêşxeriyê radibin kî ne?

Gelo ew bi rastî serbixwe ne û dixwazin yekbûnek di hewesta Kurdên Sûrî de çêbibe?

Hin dibêjin ciwan bi xwe jî her komek ji wan girêdayî ye bi aliyekî siyasî ve û çareseriyê bi çavên wî alî dibînin.

Ta kîjan radeyê ev destpêşxerî hevgirtî ye û ne li gor pîvan û daxwazên aliyekî destnîşankirî ye?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Birêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor Kadar Pîrê ku li Frensa dimîne; cîgirê hevrêzkarê Tevgera Ciwanên Kurd Yilmaz Seîd ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne; û her wiha Îsmaîl Derwîş ku yek ji endamên komîta destpêşxeriya Ciwanên Kurd de li Ewrupa ew jî li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 04_05_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:08 0:00

XS
SM
MD
LG