Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Komîta Hilbijartinan Dizekirina Bingehên Agahiyan Red Dike


Li Tirkiyê medya xwecihî îro şemiyê ragihand ku Komîta Hilbijartinan aTirkiyê red kir sîstema wê berpisbe li dor dizekirina bingehên agahiyên kesayetî yên 50 milyon hemwelatî.

Bingehên agahiyan yên navên Tirkan, nasname û navnîşanên wan demekê berê vê hefteyê li ser înternêt hatin belavkirin li gel postên girîng yên serkirdayetiya welêt.

Hikûmetê got agahî diyare hatin parvekirin li gel partiyên siyasî yên cûrbecûr berî hilbijartinan di sala 2009an de.

Serokê komisyona hilbijartinan Sadî Guven ji acansa dewletê Anadol re got:

"Endizyaran vekolîn kirin, li gel ku ew wek agahiyên me bûn lê çi dizekirin ji sîstema me de nebû."

Dozgerên Fedralî yên Anqera roja çarşemê vekolîn vekirin li dor dizekirina bingehên agahiyan ku nasnameya 78 milyon hemwelatiyên Tirkiyê dixe metirsiya dizîn û sextekariyê.

XS
SM
MD
LG