Wênegirekî Amerîkî ku çar salan berê li Sûriyê hatibû revandin hate azadkirin.
Wezareta derve ya Amerîka wênegir bi nav nekir lê doh înê dupat kir ku Rûsya rolek di berdana wî de lîst.
Peyvdarê wezareta derve Mark Toner got:
"Em bi rêzdarî temaşe dikin li hewlên Rûsya, û hikûmeta Rûsya di derbarê azadkirina evî hemwelatiyê Amerîkî de li Sûriyê."
Tê gotin ku guftûgo berdewamin li dor azadkirina Amerîkiyekî din, marînzekî berê yê Amerîkî ku di sala 2012an de hatî girtin li Sûriyê.