Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şepal Îbrahîm Rewşa Koçber û Penaberan li Ewrupa Şîrove Dike


Şepal Îbrahîm
Şepal Îbrahîm

Polîsê Mekdonî îro yekşemê gazên rondikrêj bi kar anîn di pevçûnan de li dijî derdora 500 koçberên ku hewil dan ji aliyê Yûnanistanê derbasî Mekdonya bin.

Pevçûn bûn di demekê de ku 11 hezar koçber dorpêçkirî ne li bajarokê sînorî yê yûnanistanê Idominî û çavlirêne sînor ji bo wan vebe.

Endamê rêxistina Soz Şepal Îbrahîm di hevpeyvînekê de li gel dengê Amerîka ronî da ser kirîza koçber û penaberan û got:

”Di cîbecîkirina rêkeftina Yekîtiya Ewrupî de li gel Tirkiyê, divê ew bidin ber çavan ku hin koçberan çi kêşeyên mezin li welatê wan nînin û hinan jî, wek Sûriyan, malên wan wêran bûne, rewşa tenduristî û mirovahî têkçû ye.“

Îbrahîm ku li Almanya dimîne, bal kişand ser şêwazê cîbecîkirina rêkeftina li dor penaberan û got: ”Pêwîst bû rêkeftin di navbera Yekîtiya Ewrupî û Neteweyên Yekgirtî de ba.”

Ji bo guharîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Şepal Îbrahîm 04_10_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:57 0:00

XS
SM
MD
LG