Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervan Derwîş: Tenê QSD Dikare Serkeftinan li Ser Erdê Biparêze


Çekdarên Daiş îro duşemê careke din bajarokê el-Raî li bakurê Sûriyê kontrol kirin pişt çend rojan ji rizgarkirina wî ji aliyê hin gurûpên opozisyona Sûrî ve. Daiş her wiha şeş gundên derdorê jî kontrol kirin li gor birêvebirê çavdêriya Sûrî ya mafê mirov Ramî Ebdulrehman.

Peyvdarê Hêzên Sûriya Demuqrat(QSD) li Kobaniyê Şervan Derwîş di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka rizgarkirina bajarok ji aliyê gurûpên opozisyonê ve û dubare kontrolkirina wî ji aliyê Daiş ve şîrove kir û got:

“ Ev pêvajoyên han diyar dikin ku girîgî ewe tu herêmekê rizgarkî û karibî wê biparêzî. Tiştê bûyî ne ji ber hêzbûna Daiş bû belê ew ji ber lawaziya wan gurûpên opozisyonê bû ku nikaribûn navçeyê biparêzin.“

Derwîş ku li Kobaniyê dimîne bal kişand ser şiyanên leşkerî yên QSD û got, “Em careke din dibêjin ku QSD ew tenê hêza ku dikare li ser erdê serkeftinan li dijî Daiş qezenc bike û biparêze.“

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Şervan Derwîş SW 04_11_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:53 0:00

XS
SM
MD
LG