Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanîya Fransî: Divê Raqqa û Mûsil Nav 2016'an de Azad Bin


Wezîrê Berevaniya Fransa Jean-Yves Le Drian.=
Wezîrê Berevaniya Fransa Jean-Yves Le Drian.=

Wezîrê Berevanîya Fransî Jean-Yves Le Drian ji Bexda paytexta Îraqê got ku rizgarkirina bajarê Raqqa li Sûrîyê û Mûsil li Îraqê ji çekdarên DAIŞ’ê, di şerê dijî DAIŞ’ê de pêngava herî giring û zehmet e.

Le Drian wezîrê berevanîya Fransa di axaftina xwe ya Duşemê de, li Bexda derbarê DAIŞ’ê peyîvî.

"Divê Raqqa û Mûsil di sala 2016’an de bikevin. Ew yek wê bibe serkeftineke mezin û xala guherînê di şerê dijî DAIŞ’ê.

Hêjayî balkişandinê ye, Fransa di nav hevpeymanîya navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka de, endameke bihêz e û bi aktîfî şerê dijî DAIŞ’ê dike.

Balafirên ceng yên Fransî bi şêweke çalak bingehên DAIŞ’ê li Îraq û Sûrîyê bombebaran dikin û heta niha Fransa 580 êrîş li dijî 1000 armancên DAIŞ’ê pêk anîne.

Bajarê Raqqa destpêka sala 2014’an ji alîyê çekdarên DAIŞ’ê de hatibû kontrol kirin, Mûsil jî di meha Hezîrana heman salê de ketibû destê DAIŞ’ê.

XS
SM
MD
LG