Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bermayên Bombeyên Daiş li Kobaniyê


Zara Misto, Mistefa Reşîd û Xalid Berkel
Zara Misto, Mistefa Reşîd û Xalid Berkel

Piştî rizgarkirina bajarê Kobaniyê ji çekdarên gurûpa terorîst Daiş berî bêhtirî salekê, gurûpê jimareke nenas ji bumbeyan li dû xwe hîşt; li nav bajêr û li gundewarê Kobaniyê.

Yekser piştî rizgarkirinê hemwelatiyan hewil dan vegerin mal û gundên xwe lê rêveberiya xweser, wê demê, huşdarî da wan û hin caran nedihîşt ku ew vegerin ji ber metirsiya bombeyan.

Hema berî çend rojan li gundê Qulanê yê başûrê Kobaniyê û li gundê Metînê yê rojhilata bajêr gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan di encama teqîne bumbeyan de ku di nav wan de zarok jî hebûn.

Ta roja îro tê ragihandin ku derdora 100 kesî jiyana xwe ji dest daye û jimareke wek wê jî birîndar bûne.

Roja îro piştî bêhtirî salekê çima hîn ew bombe nehatine paqijkirin?

Gelo ew gunehê rêveberiyê ye ku bi xemsarî li babetê temaşe dike, an pirsgirêk mezintire ji wan û pêwîstî bi kes û aliyên şareza heye ji bo paqijkirina tevahiya herêma Kobaniyê?

Gelo niha çi rêxistinên paqijkirina bombeyan hene li Kobaniyê?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Cîgirê serokê Kantona Kobaniyê Xalid Berkel ku li Kobaniyê dimîne; Sernivîserê malpera welatî nêt li Kobaniyê Zara Misto ku li Tirkiyê dimîne û her wiha çalakvan û pismamê du qurbaniyên van bombeyan Mistefa Reşîd ku ew jî li Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 04_12_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:41 0:00

XS
SM
MD
LG