Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber operasyon û qedexeyan binpêkirina mafê mirovan li bajarê Kurdan pir zêde bûye


Hatice Kamer-Diyarbakir
Hatice Kamer-Diyarbakir

15.04.16 Komela Mafê Mirovan (İHD) ji hersê mehan carek raporên binpêkirina mafê mirovan eşkere dike. Raport ji îhlalên bajar û navçên Rojhelat û başûr rojhelatê Tirkiyê pêk tê.

ÎHD di rapora xwe de cî da van daneyan:

- Di nav sê mehan de: 97 polês û 126 şervan hatine kuştin, 15 sivîl di nav pevçûnan de mane û jiyana xwe jidest dane, 3 kes ji aliyê PKKê hatine desteserkirin.

-Di dema qedexeyan de 279 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin, 91 kes birîndar bûne.

-Hêzên ewlekariyê êrîş birine ser 53 xwepêşandanan. Herwiha 1105 serdegritin çêbûne; 95 zarok jî di nav de 2 hezar û 274 kes hatine desteserkirin. Ji nav wan 30 zarok û 547 kes hatine girtin.

Raport destnîşan dike tundûtijiya li ser jin û zaroka herwiha li ser girtîyan, rojnamevanan zêdetir bûye. Di warê azadiya ramanê de zext û zor zêde bûne.

Serokê komelê Racî Bîlîcî jibo Degê Amerîka daxuyakirin jiber şer, pevçûn, qedexe û operasyonên leşkerî, binpêkirinên mafê mirovan li gorî her sê mehên 2015î ji sedî 120 zêde bûne.

Ew dibêje jiber operasyonên sîyasî û leşkerî ev rewş wê xetertir bibe. Herwiha balê dide ser daxuyaniya Serokkomar jî. Hêjayî gotinê ye serokkomar bertek nîşanê raportên rêxistinên sivîl yên derbarê binpêkirina mafên mirovan û qedexe û operasyonan dabû.

Bîlîcî amadekirina raportan jibo pêşîgirtina binpêkirina mafê mrovan erka rêxistinên sivîl in.

Herwiha Bîlîcî rexneyan li medyaya giştî jî dike ku di demên dawî de cî nadin ser raporên li ser binpêkirina mafê mirovan tên amade kirin.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

KHF_Raci Bilici behsa raporta binpekirina mafe mirovan dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:37 0:00

XS
SM
MD
LG