Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Çarenûsa Axaftinên Aştiyê li Dor Sûriyê


Kemal Sîdo û Selah Bedredîn

Serokê tîmê opozisyona Sûrî yê guftûgoyan Riyad Hîjab dibêje wan dîkoment û nerînên zelal divên li dor veguhestina siyasî li Sûriyê ku li gor wî çênabe serokê niha Beşar Esad tê de be.

Axaftina Hîjab ya îro hat piştî ku opozisyonê doh beşdarbûna xwe ya guftûgoyan daliqand ji ber zêdegaviyên hikûmetê li dor agirbestê.

Sekretêrê giştî yê Netewyên yekgirtî Ban Ki Moon ji aliyê xwe ve got kesên berpirs û gunehkarên şerê Sûrî pêwîste bêne dadgehkirin.

Peyîvdarê Kremlin Dmitry Peskov dibêje dê Rûsya berdewam be di piştgiriya axaftinên bêhtir de li Cinêvê.

Gelo çarenûsa van axaftinan çiye? Û ew ta kîjan astê dikarin berdewam bin û biserkevin di rewşekê de ku her aliyek yê din gunehkar dibîne?

Gelo hebûna Kurdan di van axaftinan û terazûya giştî ya Sûrî de çiqas diyar e?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Serokê beşê Rojhilata Navîn li Komela Gelên di bin Gefê de Kemal Sîdo ku li Almanya dimîne û siyasetmedar û nivîskar Selah Bedredîn ku li Herêma Kurdistana Îraqî dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:20:26 0:00

XS
SM
MD
LG